Arşek Baravî: ENKS di destê dewleta Tirk û Îtîlafê de amûrek e

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Arşek Baravî ku berê endamekî ENKSê bû, anî ziman ku mayîna ENKS’ê di nava îtîlafa Sûriyê de tê wateya ku ew şirîkê dewleta Tirk a dagirker e. Baravî hêvî kir ku ENKS dev ji îtîlafê berde û li ser yekîtiya Kurdan bixebite.

Îtîlafa Sûriyê ya ku di destê dewleta Tirk de bûye amûrek, ji bo ku planên wê li Sûriyê pêk bîne, mayîna ENKS’ê jî di nava îtîlafê de, dijberiya wê ya li hemberî Rêveberiya Xweser diyar dike.

Itilafa ku tişt nemaye û bi serê gelên herêmê de nekiriye û hemû sûcên şer li dijî wan pêk aniye.

Lewra gel ji ENKS’ê dixwaze ku dev ji îtîlafa Sûriyê berde û ji bo yekîtiya Kurdî bixebite.

Di vê çarçoveyê de, Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Arşek Baravî ku berê jî endamê ENKS’ê bû, destnîşan dike ku ENKS di destê dewleta Tirk a dagirker de amûrek e û wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Arşek Baravî: Eger ENKS helwesta xwe wisa bihêle wê dîrok lanetê lê bîne

Arşek Baravî diyar kir ku ENKS’ê biryarên îtîlafê erê dike û encama wê jî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û herî dawî gefa êrîşan li ser Dêrik û Şengalê dixwe.

Baravî anî ziman ku pereyan çavê ENKS’ê kor kiriye, êdî nema baweriya gel pê tê, eger wisa dewam bike dê dîrok jî lanetê lê bîne.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Arşek Baravî hêvî kir ku ENKS dev ji îtîlafê berde û li ser yekîtiya Kurdan bixebite.

Back to top button