ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI IDLIBÊ DEST BI MEŞANDINA DEWRIYEYÊN LEŞKERÎ KIR

Dagirkeriya Enqerê meşandina dewriyeyên leşkerî li Idlibê ragihand.

Ev gav jî di nava çarçoveya “Hevpeymana Sochî” ya ku ev çend meh in tenê li ser kaxizan maye û li ser erdê pêk nehatiye hat avêtin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi vê gavê careke din demê bikire da ku çeteyên xwe biparêze.

Ev gav bi taybetî, piştî gurbûna şer û bilindbûna asta êrîşên ezmanî û topbarana hêzên rêjîmê li dijî herêmê pêk hat.

Dewleta tirk a dagirker ji bo careke din demê ji çeteyên xwe yên li Idlibê re qezenc bike di nava tevgerê de ye.

Dewleta dagirker hewl dide li ber derê Rûsiyayê ji bo demek din wext ji çeteyên xwere bistîne.

Di vê çarçoveyê de dagirkeriya Enqerê meşandina dewriyeyên leşkerî li Idlibê ragihand.

Ev gav jî di nava çarçoveya “Hevpeymana Sochî” ya ku ev çend meh in tenê li ser kaxizan maye û li ser erdê pêk nehatiye hat avêtin.

Bi taybet ev ji rastî êrîşên rejîma Sûrî yên demên dawî li ser herêmê tên.

Ev hewildanên dewleta tirkiyê ne ji bo çareserî lê weke dirêjkirina temenê çeteyan tê nîşandan.

Ev gav ji daxwaza rejîmê zêdetir xalên di peymanê de ne.

Rejîma Sûrî jî li hemberî daxwazên Rûsiya bêdeng dimînin.

Li gorî hevpeymanê, diviyabû çekên giran bihatana radestkirin û komên çete ji herêmê bihatana derxistin.

Ev herdu xal jî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve nehatin pêkanîn.

Li aliyekî din jî, ew wêrekî li ba Enqerê tune ye ku pilanên xwe li ser çeteyan ferz bike.

Ji ber ku guman heye ew çete li hember dewleta Tirk derkevin û rêzeteqîn û êrîşên xwekuj pêk bînin.

Bi taybetî jî çeteyên bi navê “Huras Ed-Dîn”  û “Ensar Ed-Dîn”.

Hejmara giştî ya van herdu komên çete biyanî ne, ev tê wê wateyê ku ew ji bo çetetî û mirinê hatine.

Di nava vê tevliheviyê de, sekeftina dewleta Tirk a dagirker di kirîna demê de, ne teqez e.

Dibe ku eniyên şer heya demekê sar bibin, ew dem jî, hilbijartinên dawiya mehê ne.

Eger rêjîma Sûrî êrîşî herêmê bike, wê dagirkeriya Tirk weke her car mijara penaberan li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Ewropa bi kar bîne.

Doh Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîmê herêma derdora Idlibê bi 400 top hedef girtin.

Ev tê wê wateyê ku meşandina dewriyeyan, dewleta Tirk a dagirker ji sergoya Idlibê rizgar nake.

Leave a Reply

Back to top button