Kurdên li Almanyayê wê Akar li Berlînê şermezar bikin

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar wê roja sêşemê serdana Almanyayê bike. Kurdên li Almanyayê jî xwe amade dikin ku Akar şermezar bikin.

Sazî û rêxistinên kurd yên li Almanyayê bi daxuyaniyekî banga şermezar kirina Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar kirin.

Saziyên Kurd di daxuyaniya xwe de diyarkirin wezîrê şer û dagirkeriyê, akar şer û aloziya li herêmê hem sor dike hem jî dimeşîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevdîtina Akar û Wezîra Parastinê a Aloman tenê wê “ji şer û dagikeriyê re” xizmetê bike.

Meclîsa Jinê ya Dest-Dan jî ji bo çalakiya şermezarkirinê bang kir û da zanîn ku AKP li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne.

Çalakiya şermezarkirinê 2’ê Sibatê saet 12:30’î li pêşiya Wezareta Parastinê ya Alman wê bê lidarxistin.

Back to top button