Desteya Rûspiyan: Hişmendiya hikûmeta Şamê sedema aloziyan e

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser re pirsgirêkan bi danûstandinan çareser bike.
Bang li eşîrên Ereb jî hat kirin ku bi pey fitne û planên hikumeta Şamê yên derxistina tevliheviyê nekevin.

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşên çekdarên Dîfaa Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê yên li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê û Qamişlo daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên desteyê, li pêşiya navenda desteyê ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rejîm bi siyaeta xwe ya desthiat a ku guhertinan red dike, bû sedam koçberî, wêranbûn, kuştina Sûriyan û xetimandina asoyên çareseriyê.

Hat diyarkirin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye û ewlehî, armanî û aştî pêk anî û hat hêvîkirin jî ku ev destkeftî ji tevahî Sûriyê re bibe model.

Desteya Rûspiyan bal kişand ser hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de û got:

“Rejîmê, ji bo parastina desthialta xwe, fitne belav kir û bê navber terora dewletê li dijî welatiyên xwe pêk tîne, li aliyekî din tevahî xebatên navneteweyî yên bi armanca çareseriya siyasî li Sûriyê asteng dike.”

Desteya Rûspiyan: Divê hikûmeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêk bîne

Desteya Rûspiyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê kir ku aloziyê gûrtir neke û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêk bîne.

Bang li eşîrên Ereb jî hat kirin ku bi pey fitne û planên îstîxbarata rejîmê û derbekirina aştiya navxweyî nekevin.

Her wiha banga yekîtiya niştimanî hat kirin ku ji bo jiyana hevbeş, biratiya gelan û pêkanîna hevgirtinê li hemberî dagirkeriya Tirk pêwîstiyeke.

Back to top button