Abdulkerîm Omer: Armanca Tirkiyê pêkanîna plana “Mîsak-i Mîllî” ye

Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, diyar kir ku Tirkiye ji bo êrîşî Şengal û Dêrikê bike dîplomasiyeke herêmî û navnetewî dimeşîne.
Ebdulkerîm Omer got ew jî li hember vê rewşê amadekariyên xwe dikin û wê xwe biparêzin.

Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Omer, derbarê plan û amadekariyên Tirkiyê ya êrîşa li hemberî Dêrik û Şengalê ji ajansa Mezopotamyayê re nirxand kirin.

Abdulkerîm Omer da zanîn ku di çarçoveya planên “Mîsak-i Mîllî” de Tirkiye amadekariyên êrîşên nû dike û wiha got:

“Ev bi dagirkirina Efrînê dest pê kir, piştre jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Xeyala wan kontrolkirina herêma ji Helebê heta Misûlê ye.

Erdogan, dixwaze bibe siltanê nû yê Osmaniyan.

Ne tenê li Sûriyê, li Lîbya, Deryaya Spî û Ermenistanê jî di nav planeke wiha de ye.”

Omer diyar kir ku heke Tirkiyê firsendê bibîne wê li hemberî herêma ji Dêrikê heta Şengalê şer bide destpêkirin ku di vê rewşê de beşeke mezin a Başûrê Kurdistanê jî bê dagirkirin.

Abdulkerîm Omer: Tirkiye dîplomasiyeke herêmî û navnetewî dimeşîne

Derbarê hevdîtinên Tirkiyê yên bi Şam û Bexdayê re jî Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer wiha anî ziman:

“Ev hevdîtin ji ber konsepta êrîşê pêk tên. Tirkiye dixwaze roleke hilweşîner li herêmê bilîze.

Hevdîtinên bi PDK’ê re yên li Hewlerê jî ji bo vê armancê ye.”

Abdulkerîm Omer destnîşan kir ku Tirkiyê bi armanca dagirkirina herêmê û pêkanîna planên dijî Kurdan dîplomasî ser asta herêmî û navdewletî dimeşîne.

Abdulkerîm Omer: Emê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û xwe biparêzin

Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Omer got ku ew weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya vê rewşê dikin û birjarteya wan a tekane jî berxwedan e.

Back to top button