
Parêzer û Rêxistinên mafên mirovan yên herêma Efrînê diyar kirin ku hikumeta Şamê bi siyaseta birçîkirin û dorpêçkirina welatiyên Şehba û Efrînê, sûcê mirovahiyê dike.
Li Kampa Serdem a Şehbayê bi dehan endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê û rêxistinên civaka sivîl kom bûn û daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi dagirkirina Efrînê û bi cihbûna şêniyên Efrînê li Şehbayê, hikumeta Şamê siyaseta birçîbûn û dorpêçê li ser şêniyên Efrîn û Şehbayê dimeşîne.
Hat gotin ji ber dorpêçê di peydakirina pêdivên jiyanî de welatî zehmetiyan dibînin, ev yek jî li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ye.
Rêxistinan bang li saziyên civaka sivîl û NY kirin ku hikumeta Şamê neçar bikin ku dorpêça li ser herêma Şehbayê rake û piştgiriya welatiyên Efrînê bikin.