Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê îro di saetên şev de, gundê Seyda yê 1 km dikeve bakurê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Dagirker rêya M4 bi çekên giran topbaran dikin.

Her wiha duh jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Eyn Îsayê topbaran kir.

Gundên Şehbayê û yên Efrînê jî rastî topbaran hatibûn.

Back to top button