Sabit El-Cûhir: Tevlîheviya li Hesekê ji aliyê rayedarên hikûmeta şamê ve derket

Derbarê tevlîheviya ku duh koma bi navê Dîfa Wetenî a bi ser hikûmeta Şamê li bajarê Hesekê derxistî, Endamê Meclisa Rûspiyên Hesekê û Berdevkê Qebîleya El-Şerabîn Sabit El-Cûhir berteka xwe nîşan da.
Sabit El-Cûhir bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî hewldanên derxistina tevlîheviyê bibin yek û li ber hemû planên derxistina fitneyê rabin.

Hikûmeta Şamê bi destê çekdarên bi navê Dîfaa Wetenî ji bo xirakirina aramî û ewlehiya herêmê di nav hewldanan de ye.

Leşkerên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfaa El-Wetenî duh li taxa Merşo ya Hesekê êrîşî hêzên Asayîşê kirin.

Di encamê de şer derket û polîsekî girêdayî hikumeta Şamê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Endamên Dîfaa Watanî yên girêdayî hikumeta Şamê li Hesekê di nava sê rojan de du caran provokasyon kirine.

Derbarê hewildanên hikûmeta Şamê yên derxistina tevlîheviyê li herêmê, Endamê Meclisa Rûspiyên Hesekê û Berdevkê Qebîleya El-Şerabîn Sabit El-Cûhir ji televezyona me re axivî.

Sabit El-Cûhir anî ziman ku kesên ku duh tevlîhevî li Hesekê derxistin ji çete û bazirganên madeyên hişbir in ku li deverên hikûmeta Şamê yê li bajarê Hesekê dimînin.

El-Cûhir destnîşan kir ku tişta duh û beriya niha li Hesekê rû dayî, tevlîheviyeke ku ji aliyê rayedarên hikûmeta Şamê ve derketiye da ku aramiya li herêmê têk bibe û fitneyê navbera pêkhatiyan derxe.

Sabit El-Cûhir diyar kir ku ew weke şêx û serokeşîran wê li dijî fitneya ku ji aliyê kî ve be derkeve, rabin.

Sabit El-Cûhir: Divê hemû pêkhate dijî derxistina tevlîheviyê bibin yek

Endamê Meclisa Rûspiyên Hesekê Sabit El-Cûhir destnîşan kir ku ji bo pêkanîna aramiyeke mayînde li herêmê, ew têkiliyan bi hemû eşîran û saziyên Rêveberiya Xweser re dikin.

Endamê Meclisa Rûspiyên Hesekê û Berdevkê Qebîleya El-Şerabîn Sabit El-Cûhir di dawiya axaftina xwe de bang li hemû qebîle, eşîre û pêkhateyên herêmê kir ku li dijî derxistina tevlîheviyê yek dest bin û li dijî hemû planên derxistina fitneyê rabin.

 

 

 

 

 

 

Back to top button