Li Kobanê ji bo komploya 15’ê Sibatê civînek hat lidarxistin

PYD’ê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan civînek li Kobanê li dar xist.MIX::

Beşdaran di civînê de li ser rêbazên berxwedanê li hemberî siyasetên dijberî têkoşîna gelên bakurê Sûriyê nîqaş kirin.

Di nîqaşan de hate gotin ku pêwîste gel ji şerê taybet were zanekirin û hişyarkirin.

Her wiha banga şopandina xeta şehîdan û berxwedana li hemberî siyasetên dagikerî hate kirin.

Beşdaran gotin ew ê heta azadiya rêber Abdullah Ocalan têbikoşin û destnîşan kirin ku komploya ku di li ser rêbertî dimeşe, heta niha li dijî gelê Kurd didome.

Di dawiyê de gotin bi yekitî û têkoşînê dê komployê tê bibin.

Back to top button