QSD’ê, di çarçoveya operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ’ê de, herî dawî çeteyekî din li Dêra Zorê girt.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 1 Sibatê, hêzên wan û Koalîsyona Navnetewî li devera El-Bisêra ya Dêra Zorê operasyonek hevbeş pêk anî.
QSDê diyar kir ku di vê operasyonê de çeteyekî DAIŞ’ê tevî hejmareke çek û cebilxane hat girtin.
Beriya vê jî, 2 çete li gundê Zîban ê Dêra Zorê hatibûn girtin.