Îran: “YE” dikare navbeynkariyê navbera me û DYA bike

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo rizgarkirina lihevkirina nuklerî, bang li YE kir ku navbeynakariyê navbera wan û Amerîkayê bike.

Zerîf da xuyakirin ku, dibe vegera hemdem a Îran û Amerîkayê li peymana nuklerî hebe û pêkan e ku berpirsê siyaseta derve yê YE Josep Borrell, vê gavê koordîne bike.

Piştî daxuyaniyên duh ên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, Îranê bi mercê ku Waşington gavên hemdem ji bo vegera li peymanê biavêje, vegera ji binpêkirina lihevkirinê ragihand.

Netanyahu digel payebilindan pêkanîna êrîşeke pêkan li ser Îranê guftûgo dike

Li dijî bidestxistina çekeke nuklerî, Serokwezîr Israîlî Benjamin Netanyahu digel berpirsine payebilind pêkanîna êrîşeke gengaz li ser Îranê guftûgo kir.

Tê payîn, sibe Çarşemê Encumena Wezîran a Ewlehiya Israîlî di vê derbarê de bicive.

Back to top button