QSD’Ê JI BO XWE-RADESTKIRINÊ DEMEK DA ÇETEYAN

Qonaxa dawî ya têkibirina DAIŞ’ê bi encam dibe.
Piştî derketina hejamreke mezin a çeteyan, hîna jî hejmarek di Baxozê de heye.
Li gorî agahiyan, şervanan demek ji bo xweradestkirina çeteyan diyar kirine.

Şervanên QSD’ê ber bi encamkirin û temamkirina pêngava xwe ya têkbirina DAIŞ’ê ve diçin.

Di wextekê de ku şervanên QSD’ê 1 Adarê dest bi operasyona kir, hejamreke mezin a çeteyan biryara şer dabûn.

Lê belê piştî wê bi çend saetan çeteyên ku nekarîn xwe li hemberî şervanan bigirin, xwe rades kirin.

Di demên dawî de bêhtirî 7 hezar ji çete û malbatên wan xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

Lê belê çeteyan, hejmarek jin û zarokên xwe li gel xwe kiribûn mertalên zindî..

Ji lewre şervanan pêşketina xwe kêm kirin û eniya bakurê Baxozê rawestandin.

Li gorî agahiyên ji pêngavê, hîna hejmarek çete di Baxozê de hene û demek ji bo radestkirina wan hatiye diyarkirin.

Eger ev çeteyên di Baxozê de xwe radest nekin wê QSD’ê derbeya dawî li çeteyan bixînin.

ŞERVANÊ BI NAVÊ MIHEMED HIMÊDÎ PIŞTÎ 5 MEHAN JI GIRTINÊ GIHIŞT MALBTA XWE

Li aliyê din jî, şervanên QSD’ê ji bo dilsoziya xwe bi hevreyên xwe re di nava têkoşînê de ne.

Di demekê de çeteyên DAIŞ’ê hejamrek şervan li gel xwe dîl girtibûn.

Şervanan beriya demekê hejmareke şervanên xwe azad kirin.
Ji lewre navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, şervanên bi navê Mihemed Xald Himêdî yê ji Tebqayê ku beriya 2 rojan hatibû rizgarkirin, piştî 5 mehan dighêje malbat xwe.

Malbata wî ew pêşwazî kir û spasiya hêzên Sûriya demokratîk kir.

Dawiya meha sibatê jî şervanan 24 şervanên xwe xelas kirin.,

Leave a Reply

Back to top button