Polîsan 159 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stanbolê girtin

Di xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê de 159 xwendekar bi lêdan û derbkirinê, hatin binçavkirin.

Xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku rektorê qeyûm Melîk Bûlû yê AKP’yî li dar dixin didome.

Xwendekaran duh dîsa xwepêşandan li dar xistin.

Ji bo ev xwepêşandan werin tepisandin duh bi sedan polîs ketin Kampûsa Başûr.

Polîsan êrişî xwendekaran kir, tundî li wan kir û 159 xwendekar binçav kirin.

Ji 159 xwendekaran îfadeyên 98 xwendekaran hatin girtin û vê sibehê ji Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatin berdan.

Xwendekarên hatin berdan bi dirûşma “Em li ber xwe nanêrin” qîr kirin.

Walîtiya Stenbolê têkildarî binçavkirina daxuyanî da û diyar kir ku piştî îfadeyên 98 kesan li Miduriyeta Polîsan bi dawî bûye li ser fermana dozgeriyê hatine berdan û derbarê mijarê de lêpirsîn didome.

Back to top button