Nûnerên HDP’ê digel Tevgera Nifşên Nû civiya

Nûnerên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê ji bo wergirtina piştgiriya partiyên Başûr a ji bo çalakiyên grevê, dest bi hevdîtinên li gel partiyên Başûr kir. Nûnerên HDP’ê li gel Tevgera Nifşê Nû civiya û diyar kir ku ew ji ber rewşa tendirûstî û jiyana Rêber Ocalan di nava fikaran de ne.

Girtiyên siyasî di zindanên dewleta Tirk de ji 27ê Mijdara 2020an ve bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û bi biryardariyek xurt didomînin.

Gelê Kurd li tevahî cîhanê bi çalakiyên cuda destekê dide çalakiya grevê.

Nûnerên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê ji bo wergirtina piştgiriya hizbên Başûr a ji bo çalakiyên greva birçîbûnê, dest bi hevdîtinên li gel partiyên Başûr kiriye.

Di vê çarçoveyê de, Duşemê 1 Sibatê li gel Tevgera Nifşî Nû civiya.

Nûnerên HDP’ê banga piştgiriya çalakiyên grevê kir

Piştî civînê Nûnerê HDP’ê Hikmet Hatîb têkildarî naveroka civînê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got;

“Em dixwazin piştgiriya partiyên Başûr a ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Bakur û Tirkiyê de wergirin.”

Hikmet Hatîb diyar kir heta niha ew bi heman armancê li gel Hizba Şue, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî jî civiyane.

2 vê Sibatê wê Nûnerên HDP’ê li Hewlêrê li gel Tevgera Goran û piştre jî li gel YNK û PDK’ê bicivin.

Nûnera HDP’ê Nahîde Ermîş jî diyar kir ew ji ber rewşa tendirûstî û jiyana Rêber Ocalan di nava fikaran de ne.

Nahîde Ermîş bang li gel, partî û rêxistinên Kurdistanî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê.

Back to top button