EMERÎKA: KIRÎNA VAN ÇEKAN WÊ BÊHESAB NEMÎNE

Wezareta Parastinê ya Emerîka li ser kirîna fuzeyên S-400 bi eşkereyî gef li tirkiyê xwar û got;
Ger hikumeta Tirkiye S 400’an ji Rûsiya bikire wê demê, emê firotina Patriot û balefira F 35 rawestînin.

Ev demeke di navbera Emerîka û Tirkiye de li ser kirîna fuzeyên S 400 alozî heye.

Li ser vê yekê jî peyama herî zelal a ji Washington diyar bû.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emerîka  Charlie Summers got,

Di rewşa kirîna tirkiye ya ji van fuzeyan re wê di aliyê peywendiyên leşkerî de pirsgirêkên xwe yên sereke hebin.

Summers anî ziman ku di rewşek weha de wê Sîstema Parastina Hewayî Patroit û balefirên F 35 ne firoşin tikriyê.

Rêveberiya tirkiye jî dibêje ev mijar qediyaye û wê êdî gav paşde ne-avêjin.

Herî dawî Wezîrê parastina Tirk Hulusi Akar da zanîn ku wê di meha Cotmehê de ev sîstem werin bi cihkirin.

Nakokiyên li ser S-400’an diyar dike ku wê careke din her du welat werin pêşberî hev.

Bilindbûna nirxê dolar li pêşberî lireyê tirkiye jî nîşaneya vê yekê ye.

Leave a Reply

Back to top button