Çeteyan li Cindirêsê jineke 33 salî revandin û radestî cebhet El-Nusra kir

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagiker jineke 33 salî ji gundê Kefersefrê yê Cindirêsê revand û radesetî çeteyên El-Nusra yên li Idilbê kir. Li navenda Efrîn û navçeyên wê jî 6 sivîl revandin.

Li Efrîna dagirkirî, her diçe sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan ji gundê kefer Sefrê yê Cindirêsê jina bi navê Bêrîvan Şahîn a 33 salî revand.

Bêrîvan ya dayîka 5 zarokan, dema diçû navenda Cindirêsê, çeteyên bi navê Ehrar El-Şam ew revand.

Li gorî rêxistinê, piştî 4 rojan ji girtina wê, ew veguhestin Idlibê û radestî çeteyên Cebhet El-Nusra hate kirin.

Beriya bi demekê, li heman navçeyê, çeteyan jina astengdar a bi navê Xalîde Hisên Henan a 30 salî ya ji gundê Yalankozê revandibû.

Dagirekran ji gundê Sêmalka yê mabata 4 sivîl revandin

31’ê Çileya derbasbûyî, çeteyên dagikeriya Tirk çar sivîl ji gundê Sêmalka yê Navçeya Mabata revandin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê sedema girtina her çar sivîl yên bi navê

Şiyar Sîdo
Yûsiv Betal
Ehmed Sîdo û
Aras Yûsiv nehatiye zanîn.

Heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Dagirkeran li Efrînê du sivîl revandin

26’ê meha derbas bûyî jî, ji bo standina pereyan, çeteyan şêniyê bi navê Ebdo Henan yê 55 salî yê ji gundê Maratê yê Efrînê revand.

Li navenda Efrînê jî, çeteyan şêniyê bi navê Rewad Wehîd yê ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê revand.

Rewad dema berê xwe dabû bajarê Ezazê, çeteyan ew revand, heya niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûrî eşkere kir ku meha Çileya derbas bûyî, dagirkeran 66 sivîl ji Efrînê revandin.

Back to top button