ARCI: Em piştgiriyê didin kampanya navnetewî ya ji bo azadiya Ocalan

Rêxistina Civakî ya Sivîl a Îtalî ARCI ku bi salane piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û şoreşa Rojava dike
biryar da ku piştgiriyê bide kampanya navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Ocalan.

Rêxistina civakî ya sivîl ARCI ku li tevahiya Îtalyayê zêdeyî milyonek endamên xwe û 4 hezar û 400 komeleyên xwe hene, di civîna meclîsa neteweyî de têkildarî azadiya Kurdistanê û Rêber Ocalan biryar hate dayîn.

Di biryara nû de li ser esasê helwesta 2018’an a li kongreyê, piştgiriya bi kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re hate ragihandin.

Di biryaran de her wiha piştgirî ji projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn re hate dayîn.

Biryar wiha ne:

– Divê kampanya ji bo berdana Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bi rengekî çalak were nasîn.

– Piştgiriyê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were dayîn û ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk a li Rojhilata Navîın piştgirî dewam bike.

– Di mijara tecrûbeya konfederalîzma demokratîk û têkoşîna gelê Kurd de soza hat dayîn ku li asta netewî û bi rengekî berfireh kampanya agahdarkirinê were meşandin.

– Soz hat dayîn ku peymanên dostaniyê yên bi şaredariyên Kurd pêk bîne.

– Ji bo firotina çekan a ji bo Tirkiyê tavilê bê rawestandin wê tevger were kirin.

Rêxistina civakî ya sivîl ARCI ku li dijî çanda kapîtalîst ji aliyê antîfaşîst û çepgiran ve di 26’ê Gulana 1957’an de ava bû, li gel xebatên çandî, karên civakî û siyasî jî dike.

ARCI ku ji salên 1990’î ve piştgiriya têkoşîna azadiyê ya Kurd dike li gel şoreşa Rojava jî piştgirî da gelek projeyên civakî.

Back to top button