DAYIKA NASIR: BILA TECRÎD BIDAWÎ BIBE KEZEBÊN ME LI BER ÇAVÊN ME DIHELIN

Berxwedana Nasir Yagiz ev 109 rojin li dijî tecrîdkirina rêber Ocalan didome.
Dayika Nasir, Muazzez Yagiz axivî û got.
Êdî bila bes dilê dayikan bişewite, roj bi rojê kezeba me li ber çavê me dihele.

Divê daxwazên van çalakvanan demildest bên bicih anîn.

Greva birçîbûnê ya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz ê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê kete roja 109’an.

Her roja diçe rewaş Yagiz gran dibe, nikare rabe ser xwe.

Herî zêde ser êşî zorê dide Yagiz û wisa dike ku nikare rakeve.

Li ser rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz Dayika Nasir Yagiz Muazzez Yagiz ji ajansa Firatê re axivî.

Dayika Yagiz destnîşan kir ku her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Nasir giran û nebaş dibe.

Ne tenê tenduristiya Nasir, heman demê ya Leyla Guven û dîsa girtiyên li zindanan giran dibe.

Dayika Muazzez bal kişand ser daxwazên çalakvanan û ev tişt anî ziman.

Daxwaza me ew e ku demildest daxwazên van çalakvanan bên bicih anîn.

Êdî bes e bila bes dilê dayikan bişewite, roj bi roj kezeba me li ber çavê me dihele.

Daxwaza me ew e ku tecrîd bê şikandin û aştiyek pêk were.

Dilê ti dayikan neêş e.

Dayika Muazzez Yagiz bal kişand ser rewşa giran a tenduristiyê ya kurê xwe û ev tişt got:

Ji ber giraniya tenduristiyê Nasir sibeha qet nikare rabe ser xwe, hevrêyên wî dikevin ber milê wî heta dikare hinek rabe.

Dîsa şevê nikare raze, êşa serê wî pir wî dide zorê.

Her wiha dîsa lêdana dilê wî kêm û bilind dibe.

Bi kinahî hemû hestî û ezayê laşê wî diêşe, nefes tengî dibe.

Heta niha 13 kêlo li xwe kêm kiriye.

Çalakiya durveger a li wargeha Mexmûrê jî di roja 84’an de ye.

Her wiha çalakiya bê dem û bê dorveger ya endama Meclisa Îşratê Fadîle Tok di roja 49’an de ye.

Li Silêmaniyê jî bi heman armancê çaliya dorveger ev 86 rojin didome.

Leave a Reply

Back to top button