Hikumeta Putîn ji bo dawî li xwepêşandanan bêne bangên li ser torên civakî qedexe dike

Li Rûya tevî hemû astengiyan, mixalîf ji bo serbest berdana Aleksey Navalny li qadanin. Ev yek hişt ku li welat di rojekê de zêdeyî 5 hezar kes werin binçavkirin.

Hikumeta Putîn yê ji xwepêşandanan bihêrse, ceza li torên civakî dibire. Hikumet ji bo dawî li xwepêşandanan bîne bangên li ser torên civakî qedexe dike.

Ji bo vê yekê jî weke rêyek qanûnî lê bikin, rabûn qanûnek derxistin û ev yek jî bi baya bezê xistin meryetê. Ya tê xuyakirin, hikumeta Putîn ji hêrsa xwepêşandanan bitirse.

Li Rûsya ya ku sermayek zêde heye, bi hêrsa xwepêşandanan re germahiya li welat bilind bûye.

Bi girtina serokê mixalîfan Aleksey Navalny re di nava 2 hefteyan de du caran xwepêşandanên girseyî li seranserê welat hatin lidarxistin.

Herî dawî di 31’ê Çileyê de bi dehhezaran kes li qadan bûn.

Bi yek gotinê paytext Moskova bi dengê alîgrinên Navalny dihejiya.

Hêrsa xwepêşandêran û fermana bikaranîna tundiyê ku ji aliyê polîsan ve hatî girtin, alozî zêde kir.

Di nava aliyan de pevçûnên dijwar rûdan.

Xwepêşandêr di pêkanîna çalakiyên xwe de bi israr bûn.

Polîsanên Rûsya îmzaya xwe li bin rekoreke nû danîn.

Di nava rojekê de zêdeyî 5 hezar kes binçavkirin.

Di nava binçavkiriyan de hevjîna Navalny, Yulia Navalnay jî hebû.

Lê ya diyar, hikumeta serokê welat Vladimir Putîn ji pêkhatina xwepêşandanên hîn mezintir ditirse.

Ji bo vê yekê bi baya bezê, li rêyekê digerin ku kombûn û xwepêşandanan bi dawî bikin.

Hikumet ji bo astengkirina banga xwepêşandanên bê destur yên li ser tora civakî tên kirin ket tevgerê.

Doh bi derxistina qanûneke li ser medya civakî ku hemu xwepêşandanên bê destur ku propagandaya wê di torên civakî têne kirin were rakirin xist meryetê.

Ev yek jî weke sirên dewletê û terorê jî hate destnîşankirin.

Beriya niha Moskova bivê hincetê ceza li şirketên Facebook, Twitter û Youtube birîbû.

Back to top button