Li paytexta Efxanistan Kabilê di encama rêzeteqînên peyhev de 2 eksan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Emniyeta Rêveberiya Kabilê Ferdews Faramarz li ser rêzeteqînê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Faramarz diyar kir ku li herêmên Cuy Şîr û Selîm Kevan rêze teqîn pêk hatine.
Di encama teqînan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 4 jî birîndar bûne.
Heta niha ti hêzêkê berpirsyartiya teqînê li xwe negirtiye.
Doh jî di encama teqîna li paytext Kabilê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû.