Çalakiyên gerva birçîbûnê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan 68 roj li pey xwe hişt. Li derve jî çalakiyên piştgiriyê dewam dikin.
Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî banga xwedîderketina li berxwedana zîndanan kir.

Çalakiya greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafan hatiye destpêkirin bi koma 14’emîn di roja 68’emîn de didome.

Çalakiya Mexmûrê jî koma 24’emîn dewr girt û di roja 47’emîn de dewam dike.

Bi armanca piştgirya çalakiyên greva birçîbûnê a welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 30’yî didome.

Li Mêrsînê HDP’ê meşek li dar xist

Li Mêrsînê rêxistina HDP’ê ya bajêr jî xwest bi daxuyaniyekê bal bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan, lê belê polîsan destûr neda.

Piştî vê rêvebir û endamên partiyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” meşiyan.

Rêxistina HDP a Rihayê: Guhertin bi rakirina tecrîdê pêkan e

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî bi daxuyaniyekê grefa li zîndanan silav kir û wiha anî ziman:

“Eger bi rastî jî hûn dixwazin reforma hiqûqê bikin, gava destpêkê ya vê yekê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye, başkirina şert û mercên li girtîgehan e.”

Parlamenter Omer Ocalan jî ragihand ku li Tirkiyê siyaset xitimiye û got,

“Îro li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Em dixwazin hevdîtin bê kirin, danûstandin bê kirin.

Bêyî diyalogê pirsgirêk çareser nabe. Bi girtin, komkujî û zextê hûn nikarin vê civakê biqedînin.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku wê heta dawiyê xwedî li girtiyan û têkoşîna wan derkevin.

Back to top button