Şandeyek leşkerî ya Rûs û hikumeta Şamê serdana taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin

Şaniyeke ji hêzên Rûsya û hikumeta Şamê serdana benda kontrolê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Her du tax ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin.

Şandeyek leşkerî ji efserên Rûsî û hikumeta Şamê pêk dihat, serdana bendên kontrolê yên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin.

Ev tax beriya çend salan ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ji çeteyên dewleta Tirk ve hatine rizgarkirin.

Lê ev 6 mehe şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di bin dorpêçê de ne.

Hikûmeta Şamê nahêle ku pêwistiyên jiyanî şêniyên van taxan derbas bibe. Bendekî kontrolê avakiriye bi hinceta kontrolkirinê, şênî neçar dikin ku bi seatan li ser bend bimînim.

Taybet jî ev meheke hikûmeta Şamê dorpêç li ser Şehba û Helebê girantir kiriye.

Back to top button