2 DAIŞ’î li gundewarên Dêra Zorê hatin girtin

QSD, li Dêra Zorê, di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, 2 çete girtin.

Navenda ragihandina hêzên Sûriya Demokratîk/QSD ragihand ku hêzên wan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê 2 operasyonên hevbeş bi koalisyon navdewletî re, li gundewarên Dêra Zorê pêk anîn.

Li gorî navendê, operasyona yekemîn 1 Sibatê li gundê El-Ezba çêbû û tê de DAIŞ’iyek ku tiliyên wî di êrîşên terorîst de heye, hat girtin.

A duyemîn 2 mehê li gundê El-Teyana pêk hat û li wir jî çeteyek tevî jimarek cebilxane hat girtin.

QSD’ê duh jî, girtina çeteyekî li Bisêraya heman parêzgehê ragihandibû.

Back to top button