Li Xaneqînê 5 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin

Li Iraqê, 5 çekdarên Heşda Şabî û berpirsê teqînên xwekuj yên Bexdayê hatin kuştin. 

Çekdarên Heşda Şabî ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteke hêzên wan li Xaneqînê kir.

Li gorî daxuyaniya Heşdê, ev êrîş ji du aliyan ve pêk hat û di encamê de, 5 çekdar hatin kuştin.

Berpirsê teqînên xwekuj ên Bexdayê hat kuştin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî li ser twittera xwe belav kir ku berpirsê herdu teqînên xwekuj ên Bexdayê ku tê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da, hat kuştin.

Mistefa Kazimî eşkere kir ku berpirsê teqînan yê ku navê wî Xanim Sabah e, di êrîşeke asmanî de hat armanckirin.

Di heman êrîşê de, yê weke waliyê başûrê Iraqê û navê wî Cebar Elî Feyad û bi navê (Ebû Hesen Elxerîbawî) tê naskirin jî, hat kuştin.

Back to top button