Eyn Îsa..di 70 rojî de, 6 sivîlan jiyan xwe ji dest da û 16 birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe hîna êrîşî Eyn Îsa yê dikin û di 70 rojî de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 jî birîndar bûn. Her wiha şêniyên 6 gundên Eyn Îsayê koç bûn û malên li taxên bakur û başûrê Eyn Îsa hatin rûxandin.

Şevê din artêşa dagirker û komikên xwe yên çete, gundewarên navçeyê dan ber topan, bi taybet gundê Seyda û rêya M4.

Dagirker, ji 23 Mijdara 2020an ve bi hewldana dorpêçkirina navçeya Eyn Îsayê, êrîş dan destpêkirin û her didomînin.

Ev êrîş hemwextî vekişîna hêzên Rûsyayê ji baregehên xwe yên leşkerî li başûrê navçeyê dest pê kir.

Lê tevî wê jî çeteyên dagirkeriyê, nikarîn ji aliyên rojhilat û rojavayê Eyn Îsa ve bigihêjin rêya M4.

Ev hewldan jî bi berxwedana QSD’ê heya vê kêliyê negihiştin serî û 3 êrîşên bejahî têk birin.

Li gorî QSD’ê, di encama wan êrîşan de, 65 çete ku di nav de leşkerên dewleta Tirk jî hebûn hatin kuştin û 53 jî birîndar bûn.

Di 70 rojan de, dewleta Tirk a dagirker bi tank û topan êrîşî Eyn Îsa û gundewarên wê kir 165 nuqte dan ber topban.

Di encama êrişên dewleta Tirk de, şêniyên 6 gundan ji malên xwe koç bûn û malên li taxên bakur û başûrê Eyn Îsa hatin rûxandin.

Dewleta Tirk a dagirker gund û taxên Eyn Îsayê ku sivîl lê hene, topbaran kirin, ji ber wê 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da, jê jî zarok hebûn û 16 sivîlên din jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di 2 mehan de 3 bargehên leşkerî li derdora Eyn Îsayê, li bakurê gundên Seyda, Mişêrfê û Mielek ava kirin, tê de radar, kameriyên çavdêriyê û çekên giran hene.

Hîna jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe berdewam dike, di ser de jî garantor Rûsya û civaka navnetewî bêdeng in.

Back to top button