Li Hemayê zarokek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn

Di şerê hêzên hikumeta Şamê li Hemayê de, zarokek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çevdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê mûşekek hêzên hikumeta Şamê erebeyeke sivîlan li gundê El-Mensore yê Sehil El-Xab a Hemayê kir armanc.

Di encamê de, li gorî Navendê, zarokek hat kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin.

Balafirên Rûsî di 48 saetên dawî de 100 êrîşên esmanî pêk anîn

Li Çolistana Sûriyê jî di 48 seatên dawî de balafirên Rûsî li ser şaneyên DAIŞ’ê yên li çolistana Reqa, Hims, Hema û Dêra Zorê 100 êrîşên asmanî pêk anîn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di meha borî de, balafirên Rûsî li çolistana Sûriyê, hezar û 300 êrîş pêk anîn û di encama van êrîşan de, 50 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Back to top button