Xedîce Ibrahîm: Parêzerên herêmê ji bo parastina Rêber Ocalan amade ne

Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm erkdarkirina parêzeran a ji bo parastina doza Rêber Abdullah Ocalan nirxand û got:”Parêzerên Rojavayê Kurdistanê amade ne parastina doza Rêber Ocalan bikin, me ev erka pîroz daye ser milê xwe û heta dawiyê jî em ê ji bo wê têbikoşin.

Bi nêzîkbûna salvegera 22’emîn a Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, 26’ê Çileya Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku ew amade ne bibin parêzerên Rêber Ocalan û parastina doza wî bikin.

Têkildarî mijarê, Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm ku ew jî yek ji van parêzeran e, nirxandin kir.

Xedîce da zanîn ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, her wiha tecrîda ku li ser tê meşandin kirinên dûrî hemû exlaqên mirovahiyê ye.

Xedîce Ibrahîm: Rêber Ocalan nûnertiya wekhevî û azadiyê dike

Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê dibêje:

Rêber Ocalan nûnertiya demokrasî, aştî, wekhevî û azadiyê dike, ji bo wê pêwîst e ne di zindanên dewleta tirk de be, di nava gelê xwe de azad bijî.

Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm di dawiyê de bal kişand ser erkedarkirina parêzerên Herêma Cizîrê ya ji bo parastina doza Rêber Ocalan û got:

Back to top button