LI MINBICÊ TEQÎN YEK JÊ GIRAN 6 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Minbicê teqînek pêk hat. Di encama de yek jê giran 6 sivîl birîndar bûn.

Îro dora saet 13.00’an li ser rêya navdewletî ya li sûka El-Meşiyê a Minbicê ya nêzî nuqteyeke derbasbûna erebeyan pêk hat.

Hat zanîn ku teqîn bi rêya kesekî xwekuj pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, yek jê giran 6 kes birîndar bûn.

Sivîlên li herêmê birîndar rakirin nexweşxaneya bajar.

Navê kesên birîndar bûne wiha ne;

Hisên Hesen Ebûd,

Mihened Hesen,

Ebdellah Seîd,

Ebdilrezaq, Ebdellah Xelef û Mihemed Casim e.

Xebatkarên tenduristiy danzanîn ku rewşa birîndarekê girane.

Leave a Reply

Back to top button