Li Serêkaniyê teqîn pêk hatin

Îro li Serêkaniyê ya dagirkirî du teqîn pêk hatin. Li herêmên dagirkirî di nava 5 rojan de 6 jê zarok 22 kes hatin kuştin.

Herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk ew dagirkirine jiyan lê buye dojeh.

Îro, li Serê Kaniyê ya dagirkirî du teqîn pêk hatin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, teqîn li bazara navendî ya nêzîkî Berîdê û mizgefta mezin çêbûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan jî ragihand ku di encamê teqînên Serê Kaniyê de kesek birîndar bû.

Di nava 5 rojan de li herêmên dagirkirî 22 kes hatin kuştin

Di nav 5 rojan de li tevahiya herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine teqîn pêk hatin.

Di encama teqînan de, 5 çete, 22 kes hatin kuştin, 67 kes birîndar bûn.

30’ê Çilê yê, li Efrîna Dagirkirî li taxa Sînaa erebeyek bombebarkirî teqiya.

Di encamê de 4 jê zarok 8 kes hatin kuştin, 8 jê zarok 27 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin, erebeya ku teqiya ji bajarê Ezazê li ser bendên kontrolê yên çeteyan derbasî Efrînê bûye.

Piştî bi rojekê, 31’ê Çileyê, li bajarê Ezazê di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de, 2 jê zarok û 2 jin, 7 kes hatin kuştin, 29 kes jî birîndar bûn.

Heman rojê, li gundê Um Şikîf ê Babê di encama teqîna erebeyeke li ser bendeke kontrolê yê çeteyan 5 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Duh jî, li herêma Pêşesaziyê ya bajarê Babê mayînek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirin, hate teqandin.

Li gorî haman çavkaniyê, ji ber vê teqînê bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ev teqîn di encama nakokiyên ku di navbera çeteyan de li ser parvekirina dizîn û serweriya li ser herêman pêk tên.

Back to top button