Serokkomarê Îtalya ji bo hikumeta nû Mario Draghî erkdar kir

Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella erka pêkanîna hikumeta nû radestî Serokê berê yê Banka Navendî ya Ewropa Mario Draghi kir.

Li Îtalya 13’ê Çile di navebera koalîsyona sêalî ya hikumeta welat avakirî de alozî derketibû.

Piştî ku danustandinên navbera aliyan de ti encam derneket serokomarê welat Sergio Mattarella ji bo avakirina hikumeta nû hilbijartina xwe di aliyê kesek têknokrat de kir.

Di vê çarçoveyê de, Mattarella bi qasî saetekê li gel Serokê berê yê Banka Navendî a Ewropa Draghi civiya.

Dawiya civînê hate ragihandin ku serkomar Mattarella ji bo hikumeta nû avabike Draghi erkdar kiriye.

Hate gotin Draghi jî ev yek pejirandiye.

Îro Mario Daghi yê ji bo avkirina hikumeta nû ya welat hatî diyarkirin, li ser mijarê daxuyaniyek çapemeniyê da û got,

Bi vê hêvî û biryardariyê, ez banga serokomar bi erênî pêşwazî dikim.

Ji bo avakirina hikumeta nû, wê Draghi di rojên pêş de kabîneya xwe diyar bike û bi partiyên siyasî re bicive.

Back to top button