Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya ku ji bo pêşîlêgirtina koronayê ragihandibû, bi dawî kir.
Rêveberiya Xweser di biryara 27’an de, ku li ser rûpela xwe weşandibû, got:
Hemû biryarên ku ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qedexeya giştî û beşî ya ji bo vîrûsa corona hatibûn ferizkirin, têne rawestandin.
Ev biryar ji 4 vê mehê ve dikeve meriyetê.
Ev biryar dê ji hêla her kesî ve were pêkanîn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cara yekem qedexeya derketinê li herêmê di 23’ê Adara sala 2020’an de, ragihandibû.