Li Hemayê ji ber êrîşeke DAIŞ’ê 19 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di encama şerê li Hemayê yê di navbera Hikumeta Şamê û Çeteyan de 19 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Navenda Çevdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li sêgoşeya Heleb, Hema û Reqa şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de didome.

Li rojhilatê Hemayê, di encama êrîşek DAIŞ’ê de 19 leşkerên hikumeta Şamê û alîgerên wê hatin kuştin.

Çavdêriyê destnîşan kir ku şer di navbera hêzên hikumetê û DAIŞ’ê li çalistana Humis û Dêre Zorê jî dewam dike.

Di 48 seatên dawî de jî balafirên Rûsyayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûrî, 100 êrîşên hewayî pêk anîn.

Back to top button