Jinên Êzidî û Ereb li Şengalê dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan

Jinên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ li Şengalê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşek li dar xistin.

Di meşê de tevî jinên Êzidî gelek jinên ji pêkhateya Ereb jî beşdarî meşê bûn. Meşa jinan ji gundê Barê destpêkir heta gundê Xelefa a Şengalê dewam kir.

Di meşê de pankarta “Bi têkoşîna jinên Êzidî û Ereb wê xweseriya Şengalê mîsoger be” hat vekirin.

Piştî meşê jinan daxuyaniyek dan û gotin:.

Jinên Êzidî û yên Ereb Rêber Apo wekî rêberê xwe dîbinin.

Komploya li ser Rêber Apo hatî pêşxistin di heman demê de komployeke li dijî jinên Êzidî, Ereb û hemû jinan hatiye kirin.

Em jinên Êzidî û Ereb azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Em xwedî li fikrê rêberê xwe û Rêbeveriya Xweser derdikevin.

Em soz didin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bi pêşengtiya jinên Êzidî û Ereb bidomînin. ”

Jinan diyar kirin ku bi azadiya Rêber Apo wê rê li pêşiya fermanan bê girtin.

Back to top button