Îbrahîm El-Qeftan: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrahim El Qeftan û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kirin ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê hewl didin fîtneyan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin û alozîya li Sûriyê kûrtir bikin.

Hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî wê di van demên dawî de hewl didin fîtneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxe.

Girêdayî mijarê, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan behsa armancên hikumeta Şamê û dewleta Tirk ji derxistina tevliheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got:

Ev yek nîşan dide ku hikumeta Şamê naxwaze diyalogan ji bo bidawîkirina aloziya li Sûriyê pêk bîne.

Di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê, planeke hevbeş a derbe-kirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

Dewleta Tirk û hikumeta Şamê dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin û fîtneyê li herêmê derxînin.

El-Qeftan, diyar kir ku girêdanek di navbera dorpêça li ser kantona Şehba û bûyerên li çarguşeyên ewlehî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

Divê şêniyên Sûriyê deriyekî bibînin, da ku aloziya Sûriyê çareser bikin, ew derî jî diyaloga sûrî bi tevahî aliyên Sûriyê re ye.

El-Qeftan li ser kuştin û hedefgirtina rûspiyên eşîran jî, ev tişt anî ziman:

Tişta ku hikumeta Şamê dike, ew e ku dixwaza fîtneyan di navbera Kurd û Ereb de pêk bîne.

Her hewldaneke darxistina fîtneyê, dê bi yekitî û biratiyê ve-mire û em her tim pişta xwe didin biratiya gelan.

Back to top button