Hêzên rejîma Îranê li ber sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de êrîşî komekî kolber kir û kolberek birîndar bû.
Li gorî nûçeya Kolbernews’ê li ber sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê li herêma Pîranşar hêzên rejîma Îranê komekî kolber gulebaran kirin.
Di encamê de kolberek birîndar bû.
Hate ragihandin ku navê kolberê birîndar bûye, Ebûbekir e û xelkê gundê Şextan ê Pîranşarê ye.
Li gorî daneyan, ji serê salê ve 68 kolberên ji Urmiyê, Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.