Gundê Meilek û rêya M4 bûn armanca êrîşan

Eyn Îsa, devera ku rojane ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin, duh careke din bû armanca êrîşên hovane û artêşa dagirker ew bi giranî da ber topan..

Gundê Meilek ê li bakur- rojavayê navçeyê, rêya M4 û xwaringeha Seqir şevê din dereng, careke din hatin topbarankirin.

Li gorî agahiyan, ev topbaran demekê dirêj kir.

Şeva berî wê jî, gundê Seyda yê heman navçeyê bûbû armanca dagirkeran.

Back to top button