Şeniyên Efrînê: Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgariya gelan e

Şêniyan Efrînê ku bi Rêber Abdullah Ocalan rûniştine piştrast kir ku fikir û felsefeya Rêbertî ji wan re bûye sembol û teqez kir ku bi vî fikrî dê gel ji zilim, tarîtî û bindestiyê rizgar bibe.

“Em gelê ku li ser rêka berxwedan û fikira rêber Abdullah Ocalan mezin bûne”.

Bi vê gotinê, şêniyên Efrînê rûniştinên xwe yên bi Rêber Apo re anî ziman.

Şêniyê bi navê Mihemed Kinco ji gundê Bênê yê navçeya Şêrawa a Efrînê ku di sala 1982’yan de fikrê demokratîk ê rêber Abdullh Ocalan nas kir û gelek caran rêbertî li Libnan, Şam û Helebê dîtiye, diyar dike ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgariya gelan e.

Mihemed Kinco teqez kir ku ew dev ji keda şehîdên xwe bernadin û tu carî li beramberî çi dagirkeran radest nabin.

Arif Şêx yê ji gundê Çiyê yê girêdayî navçeya Raco jî dibêje ku Rêbertî her tim ji me re digot:

Tu carî rehmê ji dijmin nexwazin. Tişta ku te dît baş e, bike. Şêwra heval, kesekî nêz û cînarê xwe bike, lê li hember astengiyan radest nebe.

Demokratîk, jiyana hevbeş, biratiya gelen ji ber ku fikir û felsefya Rêber Ocalan li ser vê yekê hatiya avakirin, ev 22 sal in dagirkeriya Tirkiyê tecrîda giran li ser Rêbertî dimeşîne.

Lê tevî vê tecrîdê, gel dev ji vî fikrî bernedaye û ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyan li dar dixe û teqez dike ku heta Rêbertî azad nebe ew ê li qada bin.

Back to top button