“PDK destûrê dide televîzyonên Tirkî lê nade televizyoneke şoreşê”

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo piştrast kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê sedemên ne-rêdana kar bo Ronahî TV eşkere bike. Şêxo diyar kir ku rayedarên Hewlêrê destûrê didin televîzyonên Tirkiyê, lê nadin televizyoneke şoreşê. Şêxo bang li sendîkaya rojnamevanên Başûr û rojnamevan kir ku piştgiriya kanalê bikin û bibin dengê Ronahî TV.

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku sedemên nedana rêdanê ji bo Ronahî TV eşkere bike.

Cotmeha 2020’an, berpirsên kanalê ji bo hêsankirina karên xwe li Başûrê Kurdistanê, bi rêya daxwaznameyê xwestin ku navendeke xwe li Hewlêrê vekin.

Lê rayedarên hêzên ewlehiyê yên li Hewlêrê heta niha daxwaza kanalê erê nekiriye.

Têkildarî mijarê Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo ji ajansa nûçeyan Hawarê re axivî û piştrast kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê sedemên vê yekê eşkere bike.

Şêxo got:

“Hincetên hikumeta Başûr ne rast in. Tevî nexweşiya Coronayê jî saziyên hikumeta Başûr karê xwe betal nekirin û bi taybet hêzên ewlehiyê.

Ev mijar siyasî ye, li Hewlêrê televîzyonên Tirkî kar dikin, lê Ronahî TV ya ku li Ewropa û dewletên Ereban navend û nûçegihanên xwe hene, nikare li herêmê kar bike û bersiva destûrê nayê dayîn.”

Zîwer Şêxo teqez kir ku ev helwesta li hember televîzyoneke şoreşê, zirarê dide xebatên yekîtiyê.

Zîwer Şêxo li dijî derqanûnîya rayedarên PDK’ê li dijî Ronahî TV bang li sendîkaya rojnamegeriyê ya Başûr û tevahî rojnamegeran kir ku li hember bêdengiya rayedarên Hewlêrê xwedî helwest bin.

Back to top button