Li Rojhilatê Kurdistanê Ji 8’ê Çile ve heta niha 114 Kurd hatine binçavkirin

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) heta niha 114 xwendekar, mamoste, welatî û çalakger ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin. Nivîskar û Rojnamevan ê Rojhilatê Kurdistanê Celîl Azadîxwaz jî diyar kir ku Rêjîma Îranê dixwaze bi zext û zorê desthilata xwe bide ferzkirin, lê ev yek ne çareserî ye.

Rejîma Îranê ji 8’ê Çileya 2021’an ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêngavekE girtin û binçavkirina xwendekar, çalakger, mamosta, rojnameger, hunermend û welatiyan daye destpêkirin.

Ev pêla girtin û binçavkirinê hîn jî heye.

Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, heta niha parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê, paytexta Îranê Tehran û Kerecê, 114 Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Rojnamevan Celîl Azadîxwaz: Îran bi zextê dixwaze li ser pêyan bimîne

Nivîskar û Rojnamevanê Rojhilatê Kurdistanê Celîl Azadîxwaz girtin şermezar kirin û got:

“Ev karê melayên Tehranê ye, weke hikûmetek sitemkar her tim dixwazin bi hêz û zorê desthilata xwe li ser gel bidin ferzkirin.”

Celîl Azadîxwaz da zanîn ku pêşkeftina fikira netewî di nava gelê Kurd de wisan kiriye, ku tirsek mezin bikeve nava dilê desthilatê.

Celîl diyar kir ku ji ber faşîzma li Îranê, egerî heye gel serî rakin û ji bo wê jî desthilat di nav tirsekî de ye û kesên ku karibin ji serhildanên re pêşengtiyê bikin hemû girtin.

Li gorî Rojnamevan Celîl, ev yek jî wê nebe çareserî, ji ber desthilat nikare di demek zû de xwe ji vê qeyrana darayî rizgar bike û dengên nerazî bêdeng bike.

Nivîskar û Rojnamevan ê Rojhilatê Kurdistanê dibîne ku ev yek jî dikare weke zemînek were destgirtin, daku şoreşek li seranserî li Rojhilatê Kurdistanê were destpêkirin.

Celîl Azadîxwaz bang li Îranê kir ku kesên girtî berde, ji ber girtin ne çareserî ye.

Back to top button