Hikûmeta Şamê bi giranî gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Piştî êrîşa Rûsyan, artêşa Hikûmeta Şamê careke din, deverên Idlib û Hemayê dan ber topan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê, artêşa hikûmeta Şamê deverên Eynkawa û Qilêdîn ên Hemayê û gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Derbarê ziyanê êrîşê de, ti agahî nehatin bidestxistin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku balefirên Rûsî, di 48 saetên dawî de, bi dijwarî deverên rojhilatî Idlibê bombebaran kirin û di encamê de gelek birîndar çêbûn.

Back to top button