Îsal wê hemû projeyên xizmetguzariyê ku bi dawî nebûne bên temamkirin

Rêveberiya Xweser dê îsal projeyên xizmetguzariyê yên ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûne, temam bike. Hevseroka Desteya Rêveberiya Herîmî û Jîngehê Mîdya Bozan destnîşan kir ku dê di 2021’an de li ser gelek projeyên stratejîk bixebitin, di nav de sererastkirina piran û çareserkirina cihên gemarê li Koban û Qamişlo.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê Mîdya Bozan destnîşan kir, ew ê projeyên xizmintguzariyê yên bi dawî nebûne, temam bikin.

Par ji ber belavbûna vîrûsa coronayê, xebatên xizmetguzariyê yên ku desteyê dest pê kiribûn, hatibûn rawestandin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18’ê Çileyê de civînek pêk anî û tê de projeyên stratejîk ên Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê eşkere kir, jê;

Destpêkirina projeyên mezin mîna sererastkirina pira Reqa ya nû.

Temamkirina avakirina parzûna qîrê.

û Gihandina avê ji Minbic û Hesekê re.

Tê zanîn, dewleta Tirk ji çaxa Serê Kaniyê dagir kiriye, bi dehan car av ji ser bajarê Hesekê qut kiriye û zêdeyî milyon şêniyî, tevî koçber û penaberan tî hiştiye.

Mîdya Bozan: Îsal em ê dest bi projeyên stratejîk bikin

Mîdya Bozan anî ziman ku wan hewl dida avahîsaziya li herêmê li gorî teşeya stûnî fireh bikin, lê di sala bê de, wê warê avahîsazî li gorî teşeya asoyî ava bikin û plansaziyek ji tevahiya bajaran re deyînin.

Ji projeyên ku sala borî nehatine temamkirin jî, projeya cihê gemarê ya li Qamişloyê ye.

Mîdya dibêje ku xebatên vê projeyê niha berdewam in.

Ji projeyên ku dê Deste îsal li ser bixebite:

Qîrkirina rêyên giştî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Destpêkirina projeya lûlekêşan li taxa Helko ya Qamişloyê.

Çêkirina cihê gemarê li Kobanê.

Deste her wiha dê ji nû ve pira Reqa “Sumra” ya li ser rêya Reqa-Dêra Zorê û pira Reqa ya nû sererast bike.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê, dawiyê soza da şêniyan ku ew ê xebatên herî baş îsal ji wan re pêşkêş bikin.

Back to top button