Meclisa Til Birakê soza şopandina xeta herdu jinên Meclisa Til El-Şayir da

Nerazîbûnên gel der barê kuştina hevserok û çîgira wê yên bajarokê Til El-Şayir a Hesekê berdewam dikin. Meclisa navçeya Til Birak bi daxuyaniyekê ev sûc bi tundî şermezar kir.

Meclisa navçeya Til Birakê destnîşan kir ku di dema ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşînê dikin, ji bo mafên xwe bistînin, gelek alî hewl didin vê têkoşîne têk bibin û ev yek di şehîdxistina herdu jinan de eşkere bû.

Meclisê anî ziman ku, bi vê yekê xwestin projeya demokratîk ya Rêveberiya Xweser têk bibin, lê tiştê derket holê, ew e ku gel ji van planan haydar e.

Meclisa navçeya Til Birakê di dawiyê de, şehîdxistina hevserokê bajarokê El-Bisêra Salih el-Heza’ jî bi bîr xist û teqez kir ku dijmin bi van kirinan, vîna wan naşkîne û ew ê di rêya berxwedana van şehîdan de bimeşin.

Back to top button