BÛLDAN: ME LÎSTIKÊN WAN XERAB KIRIN Û EM BÛN KABÛSÊ WAN

Hevserok Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartina Herêmî yên partiya xwe de, li Stenbol û Xerpetê bi gelre civiyan.
Bûldan bal kişand ser polîtîkayên zextan ên desthilatdariyê û got:
“Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan.
Temellî êrîşa polîsên AKP’ê ya li ser navenda HDP’ê ya li Amedê şermezar kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Stenbolê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Zeytînbûrnû ya Stenbolê hevdîtina gel pêk anî.

Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan û rêveberên navçe û bajêr ên HDP’ê beşdarî hevdîtinê bûn.

Jin û ciwanên qad rengîn kirin.

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, axaftinek kûrt kir û wiha got:

“AKP her tim dibeje ew aşiqê Stenbolê ne, lê ev eşqa wan dê di 31’ê Adarê de bi dawî bibe.

AKP parsêl bi parsêl Stenbol firotiye.

Lê Stenbol, dê êdî li heramiyan xelas bibe. Li benda me be Stenbol.”

BÛLDAN: EMÊ STENBOLÊ TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEKIN

“Me ji Cizîr, Şirnex û bajarên Kurdan silav ji bo we anî.

Ji bo ku em Stenbol û navçeyên wê teslîmî yek zilamî nekin û li Stenbolê demokrasî, aştî û azadiyê ava bikin, em hatin vê derê.

Bêguman Stenbol tê wateya Tirkiyê.

Li stenbolê qezenc kirin, tê wateya li tevahiya Tirkiyeyê qezenc kirine.

Ji bo ku em tifaqa AKP û MHP’ê têk bibin û namzetê wan qezenc neke, heya 31’ê Adarê emê bi şev û roj bixebitin.

Emê Stenbolê teslîmî faşîzmê nekin.”

TEMELLÎ: SERDEGIRTINA PARTIYA ME NÎŞANYEA BÊHIQÛQIYÊ YE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çaroveya xebaten hilbijartinê de li bajaroka Sarican a Qereqocanê ya Xerpêtê bi gel re hat cem hev.

dimenê pêşwazîkirinê 5 sn biherikinin.

Sezaî Temellî pişti li gel serdanê derbasî Buroya hilbijartinê bû, li pêş buroyê bi def û zurneyan hat pêşwazikirin.

Temellî, êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Amedê şermezar kir û wiha got:

“Serdegirtina avahiya me teşhîrkirina bêhiqûqiya li Tirkiye ye.

Em dê di 31’ê Adarê de bi hevre dawî li vê zilmê bînin.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi domdarî berxwenda Leyla Guven û hevalên wê silav kir û got;

“Leyla Guven rûmeta me hemûyan e.

Ji ber ku Leyla Guven aştî, edalet û demokrasiyê dixwaze.”

Leave a Reply

Back to top button