15 welatan û 39 sazî 17 kesayetên navdar destek dan kampanyayê

15 welatan û 2 parzemînan destek dan kampanya ”Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’. Di vê çarçoveyê de Tevgera jinên Kurd a Ewropayê li Hambûrgê û Berlînê ji bo darzandina dîktator Erdogan, îmze kom kirin.

Desteka navnetewî ya ji bo kampanya ”Ji bo dîktator were darizandin 100 sedem” ku TJK-E’yê dabû destpÊkirin her ku diçe zêdetir dibe.

Kampanya ku ji hêla meclisên TJK-E’yê û Bûroya Aştiyê ya Cenî ya Jinên Kurd ve tê rêveberini, ji hêla gelek derdoran ve tê destekkirin.

Women Defend Rojava û komîteyên Jineolojiyê jî destekê didin kampyayê û îmzeyan kom dikin.

Her wiha Rete Jin, Azadî Jin û gelek platform jî xebata kolektîf dikin.

Niha jî 15 welatan û 2 parzemînan destek da kampanyê.

Her wiha dayikên Arjantînî, femînîst, parlamenter, nivîskar û hunermendan destek dane kampanyayê.

Sazî û dezgehên ku destek dane kampanyê banga darzandina dîktator Erdogan kirin.

Jinan li Berlînê ji bo darizandina dîktator Erdogan îmze kom kirin

Tevgera jinên Kurd a Ewropayê, di çarçoveya kampanya ”100 sedem ji bo darzandina dîktator”, li Berlînê paytexta Elmanyayê îmze kom kirin.

Jinên Enternasyonalîst ên ku li Berlînê hatin cem hev di derbarê çalakiyê daxuyaniyek dan û gotin:

Em weke jin li her qadê ji bo darizanina dîktator em ê xebatên xwe berdewam bikin.

Şehîdxistina herdu jinên Meclisa Til Şayir jî kete lîsteya sûcên Erdogan

Şehîdxistina her du jinên Meclisa Til El-Şayir, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Meclisa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê ve li taxa Altonayê hate lidarxistin.

Aktîvîsta mafên mirovan û nivîskar Anja Flach li qada mîtîngê axivî û got:

Her qurişa ku hikumeta Elman dide Erdogan li bedena jinê dikeve.

Back to top button