Çalakiyên greva birçîbûnê li zindanan 70 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê li zindanên dewleta Tirk dewam dike. Malbatên girtiyan banga piştgiriya berxwedana zîndanan kirin ku û diyar kirin ku ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne.
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê jî bang kir ku divê tecrîd û binpêkirina mafên mirovan, tavilê bên bidawîkirin.

Girtiyên siyasî bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 14’emîn dewr girtiye, di roja 70’yemîn de didome.

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li amed: divê tecrîd bi dawî bibe

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê, bi daxuyaniyekê bal kişandin ser berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê û xwestin, ku daxwazên girtiyan tavilê bi cih bên anîn.

Rêxistinan bang kir ku divê tecrîd û binpêkirina mafên mirovan, tavilê bên bidawîkirin

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê bang li girtiyên di grevê de ne jî kir ku dest ji greva birçîbûnê berdin.

Li Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve hat destpêkirin, îro ji hêla koma 25’emîn ve hat dewirgirtin.

Greva birçîbûnê 49 roj in didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi greve kirin.

Ev grev di roja 32’yemîn de didome.

Dayîkên girtiyan: Ji bo girtiyan dakevin qadan

Piştgiriyên ji bo çalakiya grevê birçîbûnê her ku diçe zêde dibe.

Malbatên girtiyan bang kirin ku bila hemû kes dakevin qadan û gotin: “Em li pey daxwazên zarokên xwe ne û heta dawiyê em ê ji bo wan têbikoşîn.”

JInên Kurd ên li Rûsyayê name ji saziyên navnetewî re şandin

Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî TJKN’e a li Rûsyayê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan name ji DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re şand.

Gelek jinên Kurd û jinên enternasyonalîst tevlî vê çalakiya TJKN’ê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê polîtîkayên li dijî gelê Kurd û kirinên li dijî Rêber Ocalan bên guhertin û mafên gelê Kurd bên dayin.

Back to top button