
Meclisa Jinê ya PYD’ê ya herêma Firatê di çarçoveya pêngava ” Na ji komployê re, na ji dagirkeriyê re û na ji tundiyê re” panelek di derbarê jin, malbat û tundiya li ser jînê de li dar xist.
Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a Herêma Firatê bi dirûşma “Na ji komployê re, na ji dagirkeriyê re û na ji tundiyê re” li Kobanê panelek li dar xist.
Panel di derbarê jin, malbat û tundiya li ser jinê de bû.
Panel li Baxçeyê Ronîwan a bajarê Kabonê bi amadebûna 70 delegeyî pêk hat.
Her wiha du beş di Panelê de hat nîqaşkirin.
Yek jin û malbat û ya duyem jî tundiya li ser jinê bû.
Di Panelê de Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û got:
Me wek Meclisa Jinê ya Herêma Firatê dest bi pêngavekê kir, bi rêya vê pêngavê me gelek çalakiyên cur be cur di nava civakê de li dar xist.
Hedle Hesen: Ji bo ku em rê li ber tundiyê bigirin, divê em têbikoşin
Endama Koordînasyona Kongra Star Hedle Hesen diyar kir ku ji bo rê li ber tundiyê bigirin, divê ew bi şêweyeke çalak bixebitin.
Ehmed Şêxo: Divê di nava civakê de malbat wekhev û bi edalet nêzî hev bibin
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Şêxo jî beşa jin û malbat şîrove kir û da zanîn ku divê herkes di nava têkoşînê de be û jiyana komînal esas bigire.
Panel bi nîqaşên girîng bi dawî bû.