Li derveyî welat jî li dijî tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê didomin.
Çalakiya li Strasbourg a Fransa û Galer a Bêrîtanyayê di roja xwe ya 83’an de ne.
Li Strasbourga Fransayê 14 kurdistaniyan 17’ê Kanûna 2018’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger kirin.
Tevî rewşa tendirustiya çalakgeran giran jî, lê çalakî bi vîneke xurt didomin.
Bi wesîleya 8’ê Adarê parlemenenterên Fransayê û endamên jin ên Konseya Neteweyî, ji bo Leyla Guven peyamên piştgiriyê dan.
Parlementeran gotin;
Em ji bo mafê çalakgerên greva birçîbûnê li vir in.
Bang li Fransa û Yekîtiya Ewropayê dikin ji bo aştiyê, divê Ocalan serbest were berdan.