Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê dewam dikin. dagirkeran îro careke din gundên Eyn Îsa û Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker di saetên nîvro de gundê Mielek û seyda yê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Şeva berî wê jî, gundê Seyda bûbû armanca dagirkeran.
Hêzên Tirk yên dagirker îro ber bi êvarê jî gundê Semûqa û bendava Şehbayê jî topbaran kirin.
Di derbarê encamên êrîşan de agahî nehatin bi dest xisitn.