Li Bexdayê merasîmek ji bo cenazeyên 104 welatiyên Êzidî ku di gorên komî yên li Şengalê de hatibûn derxistin, hate lidarxistin
Merasîm li bîrdariya Şehîdan a Bexdayê ji bo 104 cenazeyên ku di gorên komî yên li Şengalê de hatibûn derxistin, pêkhat.
Di merasîmê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî, Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û gelek kesên din amade bûn.
Piştî merasîmê cenazeyên 104 Kurdên Êzidî ber bi Şengalê ve hatin şandin.