Li Tirkiyê di xwepêşandanên li 38 bajaran de 528 kes hatin binçavkirin

Berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya li dijî qeyûmê Erdogan deng vedide.
Wezareta Hindirîn ya Tirkiyê ragihand ku wan piranî kesên binçav kirine serbest berdane.
NY û DYA jî bang li Enqerê kir ku rêzê ji mafê xwepêşandêran re bigre.

Polîtîkayên qeyûmê yên serokomarê Tirkiyê Erdogan di qada navnetewî de rastî bertekên tund tê.

Piştî Erdogan xwest li Zanîngehan jî qeyuman erkdar bike, rastî helwestên tund yên xwendevanan hat.

Alîkarê Wezîrê Hindirîn Îsmaîl Çatakli diyar kir ku di xwepêşandanên li 38 bajaran de 528 kes hatin binçavkirin.

Ji van 2 hatin girtin, 108 bi şertê kontrola edliyê bi giştî 498 kes serbest hatin berdan.

Çatakli anî ziman ku hîna lêpirsîna 28 kesên li Stenbolê didome.

Careke din ji bo ji polîtîkayên xwe re rawabûnê çêbike, faşîzma AKP’ê îdia kir ku kesên binçav kirî têkliya wan bi rêxitinên terorê re heye.

Lê vê yekê nekarî civaka navnetewî bide qanekirin.

Li dijî binçavkirina xwendevanan ji qada navnetewî bertek zêde dibin

Ev xwepêşandan piştî serokomarê Tirkiyê Erdogan Prof. Dr. Melîh Bulu weke rektorê zanîngeha Bogazîçî diyar kir despê kiribû.

Komeseriya Bilind ya Mafê Mirovan ya NY bang li hikumetê kiribû ku yekser kesên hatine binçavkirin serbest berdin.

Di peyama şermezariyê ya Waşîngtonê de jî wiha hate gotin:

Em xwepêşandanên aştiyane ji nêz ve dişopînin.

Li ser girtina xwendevan û xwepêşandêran fikarên me hene.

Enqere li dijî bangên navnetewî bihêrs bûye

Piştî van helwestan, Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê bersiv da.

Wezaretê helwesta xwendekarên zanîngehê weke binpêkirina maf nîşan da û tundiya polîsan jî rawa dît.

Wezaretê got, ne mafê ti welatekî ye ku destwerdana li hindirê tirkiyê bike.

Li nava Tirkiyê mixalîfê jî ji ber bikaranîna tundiyê û tayînkirina qeyum ji bo zanîngehê bertek nîşan dabû.

Back to top button